Daxuyaniya bidawîhatina kongreyê diwê yê ŞAK

9595Artboard 6 copy 4

Piştî du rojan ji gotûbêjan, kongreyê diwê yê Şepêla Azadî ya Kurdistanî bidawî hat. Têde guhertin li ser peyrewa hundirîn û programa siyasî hatin çêkirin, herwiha serok û endamên Desteya Serkirdayetiyê hatin hilbijartin. Deqeya daxuyaniyê:

Daxuyaniya bidawîhatina kongreyê diwê yê ŞAKê
Di bin sloganên: „ Ber bi Sûriyak demokrat û federal ve, Kurdistana Sûriyê herêmeke yekgirtî, Dadperwerî – Azadî – Demokrasî „ de kongreyê diwê yê Şepêla Azadî ya Kurdistanî rojên 20-21.04.2025an bi beşdarbûna nûnerên ji Kurdistana Sûriyê, Herêma Kurdistanê, Libnan û Ewropa, hate lidarxistin. Kongre bi awayekî demokrat û berpirsyarane ji bo pêşxistina karê ŞAKê di qonaxa bê de, birêve çû.
Di destpêkê de, Siyamend Haco serokê ŞAKê gotineke bixêrhatinê pêşkêş kir û têde behsa pêşketinên çar salên derbasbûyî kir, ji aliyê siyasî û rêxistinî ve û tekez kir, ku divê di qonaxa bê de kar û hebûna xwe jî xurtir bikin.
Pişt re raporên siyasî, darayî û rêxistinî hatin xwendin û bi firehî gotûbêj li ser guhertinên di peyrewa hundirîn û programa siyasî de hatin kirin. Piştî gotûbêjên cidî guhertinên nû di peyrewa hundirîn û programa siyasî de li gorî vê qonaxê hatin kirin.
Pişt re hilbijartinên serokê ŞAKê hatin kirin, ku rêzdar Siyamend Haco weke serokê ŞAKê ji bo çar salên bê hat hilbijartin, pişt re jî hilbijartinên Desteya Serkirdayetiyê bi awayekî demokrat û veşartî hatin kirin, ku vîna ŞAKê ji bo nûkirin û firehkirina rêxistinê bide nîşan, herwiha alayeke nû jî ji bo ŞAKê hate hilbijartin.
Di roja diwê de, her yek ji Dr. Tariq Xêrkî û Endezyar Gulîşan Brahîm weke cîgirên serokî hatin hilbijartin û Desteya Serkirdayetiyê endamên ofîsan hilbijartin, ku kongreyê rêjeya jinan di serkirdayetiyê de 40% pesend kir.
Kongreyê rewşa herêmî û navdewletî gotûbêj kir, bi taybetî piştî ketina rejîma Esed û çêkirina Rêveberiya nû li Şamê. Her li gorî wan guhertinan, kongreyê guhertin xistin programa siyasî û peyrewa hundirîn û lêvegereke giştî ji xwe re çêkir ku bêtir çalaktir be û nerîneke zelal derbarê pêşeroja Sûriyê û Kurdistana Sûriyê hebe.
Di derbarê reşa Sûriyê bi giştî, kongreyê tekez kir, ku federalîzm çareya herî guncaw e ji Sûriyê re ku zordariya berê dîsa venegere, herwiha tekez kir ku divê di Sûriya nû de mafên tevahiya pêkhateyan di destûr de bêne parastin û misogerkirin.
Kongreyê metirsiya hewlên avakirina sîstema zordar a yekreng da xuyakirin, çi bi kirasekî olî be jî, û da zanîn ku vegerandina tecrûbeya El-Beis bi rengekî nû metirsîdar e û ji bo avakirina Sûriya pêşerojê jî divê gotûbêjeke niştimanî ya rast, dadmendiya veguhêz û lihevhatina niştimanî dest pê bike, da ku dewleteke demokrat li ser bingeha hevkarî û wekheviyê were avakirin.
Di derbarê dagirkeriya tirk ji deverine Kurdistana Sûriyê re, kongreyê tekez kir ku piştî ketina rejîma Esed ti bihane nema tirk bimînin û divê rêveberiya nû bi tirkan re li ser pilana vekişînê ji wan deverên ku ji 2018an de dagir kiriye, lihev bike.
Kongreyê tekez kir, rêkeftina siyasî ya giştgîr di navbera aliyên kurd de tiştekî sereke ye nabe ti alî jê bêne dûrxistin, herwiha divê ew lihevkirina siyasî bibe bingeha her gotûbêjekê bi Şamê re. Kongreyê bang kir, pirrengî û azadiya karê siyasî çêbibe û hêzên ser bi PYDê ve dest ji revandina ciwanan berdin û zordarî nemîne û girtiyên siyasî serbest bêne berdan.
Kongreyê piştgiriya xwe ji bo Berê Kurdistana Sûriyê tekez kir ku firehtir bibe û pêwendiyên wê bi aliyên siyasî yên din re xurtir bibe, heta hêzeke kurdî ya yekgirtî çêbibe û karibin li gorî vê qonaxê bixebitin.
Şepêla Azadî ya Kurdistanî berdewamiya karê aştiyane û demokrat ji bo Kurdistana Sûriyê ya yekgirtî di çarçoveya Sûriyak federal de, tekez dike ku Sûriya nû li ser bingehên demokrasî, Dadperwerî, hemwelatîbûnê were avakirin û mafên tevahiyan bê parastin.

Kongreyê diwê yê
Şepêla Azadî ya Kurdistanî
22.04.2025