Siyamend Haco: Reşnivîsa lihevkirina ENKS û PYD hîn eşkere nebûye

Screenshot
Li Kurdistana Sûriyê partiyên Kurdan plana lidarxistina Konferansa Neteweyî ya “Yekrêziya Helwesta Kurdan” dikin, Serokê Şepêla azadî ya Kurdistanî jî hejmareke xalên rêkeftina ku wê were ragihandin eşkere dike.
Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê, îro di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku Konferansa Neteweyî wê 26ê Nîsanê bê lidarxistin.
Derbarê wê rêkeftinê de, Siyamend Haco, Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî ji Rûdawê re got, ku destnîşankirina jivanê Konfirasa Netewî gaveke gelekî başe û xelk hêviyên mezin li ser vî konfirasî ava kirine, lê min tu hêviyên mezin bi vî konfirasî tune ne.
Gelekî girîng e ku nerîneke siyasî ya hevbeş di navbera herdu aliyên girîng li Kurdistan Sûriyayê were kirin, ew jî Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê û Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê ne, lê di heman demê de pêwîst bû aliyên siyasî yên derveyî herdu aliyan jî beşdarî wê lihevhatinê biban, ji bo ku bibe lihevhatineke giştî.
Derbarê wê lihevhatina siyasî Haco ji Rudawê re got, em ta niha hemû xalên wê rêkeftinê nizanin.
Min peywendî li gel hejmareke partiyên PYNKê û ENKSê kiriye û ew dibêjin ku ta niha reşnivîsa wê lihevhatinê neketiye destê wan bi xwe de.
Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî dibêje raste ta niha xalên wê rêkeftinê negehiştiye destê gelek partî û aliyan, lê li gor agahiyên me ev rêkeftin hejmareke xalên girîng li xwe digre weku :
-Herêmeke Kurdî, hevgirtî ku ew bi xwe rêveberiya xwe bike.
-Divê mafê Kurdan di destûrê de were parastin.
-Divê zimanê Kurdî zimanekê fermî be di Sûriyaya nû de.
Siyamend Haco herweha ji Rûdawê re got,ev konfiras wê tenê rojek be û tiştek têde nayê gotobêjkirin, lewma eger hin xal nekevin di berjewendiya Kurdistana Sûriyayê de, helbet wê helwesta me hebe û em bê deng namînin.