Partiya Serbestî Kurdistan pîrozbahiyê bi serkeftina kongirê Şepêla Azadî ya Kurdistanî dike

IMG_2162

Rêzdar Siyamend Haco, Serokê Giştî.
Rêzdaran cîgirên serok û hemû endamên serkirdayetiya Şepêla Azadî ya Kurdistanî (SAK)

Bi bihîstina nûçeya bi serkeftî encamdana kongrya we ya du rojan, em gelek kêfxweş bûn.
Li ser navê xwe û hemû hevkarên xwe yên Partiya Serbesiya Kurdistanê (PSK).

Em bi germî pîrozbahiyê li Serok, Serkirdayetî û hemû endamên (Şepêla Azadî ya Kurdistanî) dikin.

Em hêvîdar in ku erkê we yê piştî kongreyê bihêzkirina pêwendiyên navbera aliyên siyasî yên Rojavayê
Kurdistanê be, ji bo yekitiya Kurdan di Sûriyeya nû de bi hev re bixebitin û li Rojavayê Kurdistanê mafên
rewa yên neteweya xwe bi dest bixin.
Em wek Partiya Serbestiya Kurdistanê, ku partiyeke netewî ya Kurdistanî ye, hertim xwe wek dost û alîgirên doza miletê xwe li Rojava û hemû parçeyên din ên Kurdistanê dîtine, bi taybetî têkiliyên me yên
bi (Şepêla Azadî ya Kurdistanî) re berdewam kirin û ji bo me pir girîng e ku têkiliyên partiyên Kurdistanî berdewam bin.
Dîrok îspat kiriye ku em tenê bi yekîtiyê dikarin mafên xwe bi dest bixin.

Bila hûn şad û serfiraz bin.

Arif Bawacanî/ Serokê Partiya Serbestiya Kurdistanê (PSK)

22/4/2025