Haco: Diviyabû ENKS û PYD li ser çawaniya birêvebirina Kurdistana Sûriyê lihev kiribana

Screenshot

Screenshot

Siyamend Haco Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî û berpirsê Pêwendiyên Derve di Berê Kurdistana Sûriyê de derbarê helêwsta li ser konfransa hevbeş a di navbera ENKS û PYD de, bû mêvanê Stûna Kurd.

Siyamend Haco di hevdîtinê de lihevkirina di navbera herdu aliyên ENKS û PYD de pîroz kir û got ew lihevhatineke dîrokî ye dikeve berjewendiyên kurdan bi giştî. Herwiha Haco tekez kir ew weke Şepêl û Berê Kurdistana Sûriyê ne li dijî wê lihevhatinê ne an jî li dijî Konfransa hevbeş, ku sibe roja Şemiyê li Qamişlo tê lidarxistin.

Haco tekez kir û got em ne hevkar bûn di nivîsandina kaxeza hevbeş di nabvbera herdu aliyan de, û tekez kir, berpirsên ENKS di ragihandinê de eşkere kirin ,ku di roja ragihandina konfransê de, ti gotûbêj an jî guhertin di kaxeza hevbeş de nayên kirin û herdu aliyan li ser pêkanîna şanda hevbeş a danûstandina bi Şamê re ji berê de lihev kirine.

Serokê ŞAKê tekez kir, diviyabû herdu aliyan li ser çawaniya birêvebirina Kurdistana Sûriyê lihev kiribana û dê sibe ew xal bibe cihê nakokiyê, ji ber ENKS daxwaza 50% dike û PYD dixwaze 100% di bin kontrola wê de be.

Haco da diyarkirin, ku tiştê niha tê kirin, encama proseya aştiyê li Tirkiyê ye, eger ew neba ev konfrans nedihate lidarxistin.

Haco tekez kir, tevî partiyên Berê Kurdistana Sûriyê hatibûn vexwendin, lê rexneya wan ew e ku berpirsen ENKS û PYD gotine ew wê kaxezê gotûbêj nakin, ji ber vê em nikarin beşdar bibin û em nizanin kaxeza lihevkirinê çî ye. Herwiha Haco tekez kir, herdu aliyan gelekî lez kirin di lidarxistina konfransê de û diviyabû hinekî lipaşbixistina, ku xelk ji dûr ve karîba beşdar bibe, lê wan derfet nedan kesî.