Pîrozbahî derbarê lidarxistina konfransê hevbeş a ENKS û PYD

f192ad4a-279e-4308-955e-daf5777acfc5

Berê Kurdistana Sûriyê derbarê lidarxistina konfransê hevbeş a ENKS û PYD li Bajarê Qamişlo daxuyaniyek belav kir û têde tekezkirina li ser sîstema federal û Herêma Kurdistana Sûriyê ya yekgirtî pîroz kir, deqeya daxuyaniyê:

Pîrozbahî derbarê lidarxistina konfransê hevbeş a ENKS û PYD

Berê Kurdistana Sûriyê encamên konferansê hevbeş ê di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtî ya Demokrat (PYD) de li Bajarê Qamişlo, pîroz dike.

Herwiha em tekezkirina li ser sîstema federal û herêma Kurdistana Sûriyê ya di çarçoveya rêveberiyeke îdarî û siyasî ya yekgirtî, gaveke erênî dibînin û cihê kêfxweşiyê ye, ku beşeke ji programa me li xwe digire.

Ev lihevkirin gavekî girîng e ji ber ku di navbera herdu aliyên sereke de li Kurdistana Sûriyê hatiye kirin û tekez dike, her lihevkirineke kurdî-kurdî dikeve berjewendiya doza kurd. Di heman demê de jî, em hêvî dikin ew lihevkirin bidome û mafên netewî û niştimanî yên gelê kurd bidest bixîne, û weke lihevkirinên berê lê neyê û bê pêşxist.

Di vê derbarê de, em tekez dikin ku helwesta me bi ne beşdarbûnê di cihê xwe de dibînin, ji ber em di nivîsandina wê belgeyê de beşdar nebibûn û hate tekezkirin, ku ti guhertin an jî gotûbêj di roja ragihandinê de nayên kirin, weke çawe me di daxuyaniya xwe ya dawî de diyar kiribû.

Em tekez dikin, her şandeke gotûbêjan ji bo danûstandinên bi Şamê re bê avakirin, divê ne tenê di navbera herdu aliyên ENKS û PYD de be, da ku nûnertiya rasteqîne ya daxwazên gelê me û pirrengiya wî ya siyasî bike. Herwiha em girîng dibînin ku di zûtirîn dem de divê lihevhatinek li ser rengê birêvebirina Kurdistana Sûriyê bê kirin.

Berê Kurdistana Sûriyê

26.05.2025