Serokê ŞAKê: Xwehilweşandina PKKê rê li ber saziyên sîvîl vedike kar bikin

Screenshot
Televîzyona Kurdistan24 derbarê helwestên kurdên Diyaspora di derbarê biryara xwehilweşandinê ya PKKê de, raporek belav û têde hevdîtinek bi serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî, Siyamend Haco, rê pêk anî.
Haco biryara xwehilweşandina PKKê weke gaveke girîng binav kir, û got eger PKKê xwe hilweşîne, dê karê siyasî ji partiyên kurd re hesantir be û nema astengî li pêş wan derdikevin.
Serokê ŞAKê diya kir, ku par û ji ber nêzîkbûna ji PKKê, gelekî rêxistin sîvîl li Kurdistana Tirkiyê karên wan dihatin qedexekirin, lê bi biryara xwehilweşandinê, dê ev pirsgirêk nemînin.
PKKê di despêka meha gulanê kongreyê xwe yê 12an li du cihên cuda lidar xist û têde biryara xwehilweşandina PKKê stand. Piştî çend rojan ji bidawîhatina kongreyê, PKKê bi fermî hilweşandina xwe di nîva Gulanê de ragihand. Ew biryar li ser banga Ocalan bû, ku dewleta Tirkiyê li ser hilweşandina PKKê lihev kiribû.