Berê Kurdistana Sûriyê beşdarî panêlekê li Qamişlo dibe

li ser daxwaza ofîsa peywendiyan ya Encûmena Sûriya Demokrat (MSD),roja 24.05.2025 hejmareke nûnerên Berê Kurdistana Sûriyê beşdarî panêlekê li bajarê Qamişlo bûn.
Di wê panêlê de behsa giringiya danûstandinan hate kirin, ji bo siberojeke demokrat û azad li deverê û tekezî li ser hejmareke xalan hate kirin, weku karê komîteya danûstandinan û dawî pêşhateyên siyasî li deverê, herwiha behsa rewşa perwerdê li Kurdistana Sûriyê hate kirin û kêşeyên ku dikevin di riya proseya xwendinê de û çawaniya pêşxistina wê proseyê.
Her di wê penelê de behsa giringiya avakirina hevpeymanan di hundirê Encûmena Sûriya Demokrat (MSD)de hate kirin û giringiya hemahingiyê di nava hemû pêkhateyan de were kirin.
Behsa siberoja doseya Kurdî li Sûriyê jî hate kirin û kesên amade ku ji nûnerên hejmareke aliyên siyasî û kesên serbixwe pêkdihatin,tekezî li ser giringiya yekrêziya hemû aliyên siyasî yên Kurdî kirin, ji bo cîbecîkirin û bidestxistina armanc û mafên Kurdî di çarçoveyê çareseriyeke siyasî ya giştî.