Zanîngeha kurdî di navbera rastî û xeyalê de

8dArtboard 8 copy 2

Lêpirsîneke rojnamevanî
Ofîsa Ragihandên ya Şepêla Azadî ya Kurdistanî

27.05.2025

Di vê dema taliyê de behsa avakirina zanîngeheke kurdî ya taybet li Almanya bi navê „Zanîngeha Navdewletî ya Kurdî ya Taybet li Almanya“ hate kirin û li ser social media û dezgehên ragihandinê yên kurdî gelekî deng veda, bêyî ku dezgehên ragihandinê rastiya wê zanîngehê zanibin. Vê yekê hişt ku gelek pirs û guman derbarê rastiya vê zanîngehê derkevin holê. Ji ber vê jî tîma Ofîsa Ragihandinê ya Şepêla Azadî ya Kurdistanî dest bi lêpirsîneke rojnamevanî kir ku rastiya vê zanîngehê derxîne, bi rêya pêwendî û hevîdtinên bi aliyên fermî yên berpirs di derbarê dayîna ruxsetê ji zanîngehên taybet li Almanya re.

Di despêkê de divê em zanibin ku komeleyeke ruxsetkirî li Almanya heye bi navê Foruma Alman-Kurdî (Deutsch-Kurdische Forum DKF e.V.) û vê komeleyê avakirina zanîngehê li xwe girtiye, wate ev zanîngeh pirojeyeke kar hîn li ser tê kirin û ruxset nestandiye û ne jî ti bingeha wê heye.

Pêşî, me pêwendî bi Yûnis Behram re kir, ku Cîgirê Encûmena Rêvebir ya bi nav Zanîngeh e, ew jî ji Kurdistana Sûriyê ye û ji sala 1985an ve li Almanya dimîne. Behram tekez kir ku wan ruxset ji şeş mehan ve ji Wezareta Perwerdeya Federal ve a Almanya standiye. Lê Endamê din ê encûmenê, Hozan Brahîm, ji me re tekez kir ku heya niha ti ruxset nehatyie standin, lê kar li ser tê kirin.

Li gorî sîstema ruxsetkirinê, zanîngehên taybet li Almanya ruxseta wan ji dezgehên xwecihî yên eyaletê têne dayîn, ne ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Federal ve. Eger ev zanîngeh li Dresden be, divê ruxseta wê ji wezareta Zanist, Çandin û Tûrîzmê ya Eyaleta Sachsen were dayîn.
Me pêwendî bi wezareta navbûrî re kir ku em piştrast bin eger ev ruxset bi rastî heye yan na. Wezaretê bersiva me da û em li datayên li ser navê vê zanîngehê geriyan û me tiştek nedît, tevî ku me gelek caran û bi pir şêweyan navê zanîngehê nivîsand, lê her nebû.

Ev pirs tê bala mirov, gelo çawe birêz Behram tekez dike ku wan ruxset standiye û datayên wan di nav datayên zanîngehan li dem wezaretê dernakevin? Eger ruxset rastî hebe, divê navê wan xuya bike, lê ev yek nîne.

Tîma Ofîsa Ragihandinê ya Şepêla Azadî ya Kurdistanî sê hevdîtinên cuda bi her yek ji Zerdeşt Haco û Hozan Brahîm endamên Encûmena Rêvebir û Dr. Azad Elî piştgirê pirojeyê re kir. Her yek ji Dr. Azad û Zerdeşt Haco tekez kirin ku agahiyên wan li ser pirsa standina ruxsetê nîne û gotin zanyarî tenê li cem Behram hene . Hersêyan tekez kirin, ku ew tenê bi rêya social media û dezgehên ragihandinê yên kurdî bi ragihandina zanîngehê hesiyane û ji wê yekê jî matmayî mane. Lê malpera Ronahî hevdîtinekê bi Berpirsa (IT) Çinor Zagrosî re belav dike, ku têde dibêje zanîngeh hatiye ruxsetkirin û heye jî!

Li gorî Dr. Azad Elî, destpêka pirojeyê bi hizreke akademî bû, ku beriya bêtirî salekê hevdîtinek li Almanya çêbû, ku têde her yek ji Dr. Azad Elî û Christoph Scholz Serokê niha yê vê Zaznîngehê, ku berê serokê zanîngeheke taybet bû, û hineke din beşdar bibûn. Wê demê behsa pirsa çêkirina beşê kurdologie di wê zanîngeha taybet de hate kirin. Dr. Azad Elî di wê civînê de weke akademisyen beşdar bibû û li ser rêbazên xwendinê gotûbêj kiribû.
Dr. Azad tekez dike, ku armanca destpêkê ew bû kurdologie weke beşekî ji wê zanîngehê were vekirin, lê ji nişkêve bi rêya social media û dezgehên ragihandinê yên kurdî pê hesiya ku zanîngeh hatiye damezrandin.

Her di derbarê belavkirina wêneyên li ser social media belav dibin de, ku têne gotin yên damezrandina zanngehê ne, her yek ji Dr. Azad Elî, Zerdeşt Haco û Hozan Brahîm tekez kirin, ku ew ne rast in û çêkirî ne û dûrî rastiyê ne.

Piştî hevdîtina bi Behram re, me hewl da pêwendiyê bi serokê wê zanîngehê re, Prof. Dr. Christoph Scholz, bikin. Me Email jê re rêkir û pirsa rewşa yasayî ya zanîngehê, ruxseta wê, cihê wê û rêbazên wê yên xwendinê kir, lê heya dema vê nivîsandinê ti bersivek ji me re nehatiye. Ev bêdengî gumanan çêdike û gelek pirsên derbarê rastiya wê tîne holê.

Birêz Behram di hevdîtinên xwe de bi dezgehên ragihandinê re beha nebûna piştgiriya darayî dike û dibêje ew sedema nedestpêkirina karê zanîngehê ye. Li gorî yasayên almanî, piştgiriya darayî ji mercên sereke ye heta zanîngeheke taybet were ruxsetkirin, herwiha divê mercine din jî pêk bîne weke heykeleke rêveberî ya diyar hebe, rêbazên xwendinê yên diyarkirî û cihê taybet. Ev merc li gorî gotina Behram pêk nehatiye ji bo standina ruxsetê, wate gotina ku zanîngeh ruxset standiye, cihê gumanê ye!

Dema rojnamevanek ji Behram dipirse, ka cih û navnîşana zanîngehê li ku ye ku karibe dîmenên wê bigire, Behram dibêje ji ber sedemên ewlehiyê nikarim bêjim û ditirsim bibe sedem ku nijadperestên tirk êrîşî wê derê bikin! Lê ev ne lojîk e ji zanîngehekê re eger ruxsetkirî be. Divê navnîşana wê ya diyar hebe û bê zanîn.

Di hevdîtineke din de, Behram dibêje, wan erêkirina hikumeta Almanya standiye di derbarê danpêdana bi bawernameyên Rêveberiya Xweser û nabîne ti pirsgirêkên wê hene, lê ya rast ew e ku Almanya nikare danpêdanê bi bawernameyên hin aliyan bike ku hikumeta Sûriyê bi xwe bi fermî dan pê nedaye. Wate ev gotin dûrî rastiya yasayî ye û ne rast e.

Di hevdîtina me bi Behram re, dibêje pêwendiyên wan bi zanîngehên Herêma Kurdistana Îraqê re hene. Tîma Ofîsa Ragihandinê pêwendî bi herdu zanîngehên Newroz û Dihokê re kirin û herudyan red kirin. Berpirsê pêwendiyan di rêveberiya zanîngeha Dihokê de, Nizar Mihemed Emîn, ji me re tekez kir, ku ti pêwendiyên wan ,ne fermî û ne jî ne fermî, bi wê zanîngehê re tine ne û ew tenê bi rêya social media pê hesiyane. Herwiha jêderek ji rêveberiya pêwendî û ragihandinê ya zanîngeha Newroz a li Dihokê ji me re tekez kir, ku ti pêwendiyên wan fermî û ne fermî yan jî ti protokol bi wê zanîngehê re nînin û ne serokê zanîngehê û ne jî endamên rêveberiya zanîngehê nas dikin.

Bi kurtî:

Di lêpirsîna me de ti rastiya vê zanîngeha bi Zanîngeha Navdewletî ya Kurdî ya Taybet li Almanya tine ye û ti danpêdan bi bawernameyên dezgehên Rêveberiya Xweser jî tine ye.
Nebûna ruxsetê, nerastiya danpêdana bi bawernameyên rêveberiyê, eşkerenekirina navnîşana zanîngehê, nebûna piştgiriya darayî li gorî birêz Behram û redkirina çend zanîngehên Herêma Kurdiistana Îraqê bi hebûa pêwendiyê bi zanîngehê re, ev giştî piştrast dike ku ti rastiya vê zanîngehê tine û ne jî li Almanya dan pê hatiye dan.

Ev lêpirsîn roniyê dixe ser girîngiya piştrakirina nûçe û zanyariyan berî belavkirina wan, bi taybetî pirsên girêdayî pêşeroja ciwanan, da ku ti kes nekeve xefka dengo û xeyalan û ziyanên madî û manewî nebînin.

Bersiva Wezareta Zanist, Çandin û Tûrîzmê

Lînka komeleyê:

https://ikuas.de/

Lînka mercên ruxsetkirina zanîngehên taybet li Almanya
https://www.academics.de/ratgeber/private-hochschulen#

Lînka Malpera Ronahî

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’