YE sizayan li ser fermandarine milîsan li Sûriyê ferz dike

EU-union-europeen

Brûksel- Yekîtiya Ewropa îro roja Çarşemê siza li ser fermandarine milîsan li Sûriyê û gropine çekdar ferz kir, ku destên wan di binpêkirinên li dijî mafên mirovan hebû li Efrîn, Heleb û Berava Sûriyê, bi taybetî di adara derbasbûyî de.
Kes û gropên siza li ser hatine ferzkirin ev in:
-Mihemed Hisên Casim, naskirî bi Ebû Emşe, fermandar û damezrînerê milîsa bi navê " Sultan Silêman Şah" û tê tohmetbarkirin bi tundî û kuştina sîvîlan, bi taybetî elewiyan.
-Sêf Polat Ebû Bekir, fermandarê milîsa bi navê Hemzata, ku li gorî raporên yasayî ji ber eşkencekirinê di girtîgehan de û dûrxistina bi zorê, bj taybetî li Efrîn û Helebê.
Herwiha heryek ji Milîsên Sultan Murad, Sultan Silêman Şah û Hemzata siza li ser wan jî hatine ferz kirin, ku bi karên tûndiyê li dijî sîvîlan rabûne, weke kuştin û eşkencekirina sîstematîk.

Li gorî biryara ewropî ku îro hatiye belavkirin, ew siza wisa ne: destdanîna ser pereyên wan, rênedana derbasbûnê nav YE, herwiha nabe ti aliyekî ewropî alîkariya darayî yan dahatên abûrî, çi rasterast be û çi jî ne rasterast be.

Ev gava ewropî dikeve çarçoveya siyaseta Yekîtiya Ewropî di piştgiriya sizakirinê û tekeziya li ser parastina mafên mirovan li Sûriyê piştî wan salên şer li Sûriyê û binpêkirinên berdewam li dijî sîvîlan.