Şandek ji Encûmena Bilind a Zerdeştî li gel nûneratiya Rêveberiya Xweser dicive

a9daaa6a-df0b-42d5-8c32-373b9ffe77c0

şandek ji Encûmena Bilind a Zerdeştî roja 29.05.2025, li gel nûneratiya Rêveberiya Xweser li Bajarê Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê civiya.

Di wê civînê de herdû aliyan behsa rewşa pêkhateyan li Sûriyê kir û giringiya beşdariya hemû pêkhateyan di siberoja Sûriyê de.

Her di wê civînê de, ku nûner û hejmareke berpirsên herdu aliyan amade bûn, behsa giringiya yekrêziya navmala kurd hate kirin û çawaniya beşdariya hemû aliyan di avakirina siberoja siyasî ya Sûriyê de, bi rengekî ku mafê Kurd û hemû pêkhateyan têde parastî be.