Partiya Gel a Kurdistanê pêşwaziya şanda Berê Kurdistana Sûriyê dike

IMG-20250615-WA0021

Roja Yekşemê di 15.06.2025an de şanda Bereya Kurdistana Sûriyê, ku ji serokê wê Siyamend Haco û her yek ji Ebdilxenî Ico û Rizgar Silo, pêk dihat, serdana bargeha Partiya Gel a Kurdistanê - Sûriye kir.

Sand ji aliyê sekreterê Partiya Gel û hejmarek ji serkirdeyên wê hate pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de behsa rewşa Kurdistana Sûriyê, konfransê hevbeş û şanda Kurdî hate kirin, ku dê ew sand di demekê nêzîk de biçe Şamê. Serokê şanda Bereya Kurdistana Sûriyê, Siyamend Haco, tekez kir, ku divê endamên şanda Kurdî bi encamên konfransê pabend bin bi taybetî pirsên federalîzm û herêmeke Kurdistana Sûriyê ya yekgirtî hebe.
Di dawiyê de, herdu aliyan lihev kirin, pêwendiyên xwe di pêşerojê de berdewam bikin.

16.06.2025
Ofîsa Ragihandinê
Berê Kurdistana Sûriyê