Endamê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya ŞAKê Horan Hem serdana çend partiyan li Kobanê dike

Endamê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Şepêla Azadî ya Kurdistanî, Horan Hem, serdana çend partiyên kurd li Bajarê Kobanê kir.
Horan Hem despêkê serdana Tevgera Azadî ya Kurdistanî li Sûriyê kir û ji aliyê serkirdeyên wê vr hate pêşwazîkirin, herwiha serdana Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd li Sûriyê - baskê Ehmed Berekat û Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd li Sûriyê - baskê Dr. Selah Derwêş kir û ji aliyê serkirdeyên wê ve hate pêşwazîkirin.
Di vsn hevdîtinan de behsa encamên sê dana şanda Bereya Kurdistana Sûriyê bi hejmarek ji partiyên kurd û endamên şanda Kurdî re hate kirin û girîngiya wan hevdîtinan ji bo çêkirina helwesteke kurdî ya yekgirtî.
Herwiha Horan Hem, tekez kir, ku divê endamên şanda Kurdî bi encamên konfransê pabend bin û jê neyên xwar, bi taybetî pirsa federalîzmê û Kurdistana Sûriyê herêmeke yekgirtî be.
Ofîsa Ragihandinê
Şepêla Azadî ya Kurdistanî
16.06.2025