Endamê pêwendiyên derve yê ŞAKê Horan Hem bi Yekîtî û PDK-S re li Kobanê dicive

IMG-20250617-WA0019

Endamê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Şepêla Azadî ya Kurdistanî, Horan Hem, li Bajerê Kobanê serdana herdu partiyên Yekîtî ya Kurdistanî li Sûriyê û Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye kir û ji aliyê berpirsên herdu partiyan ve hate pêşwazîkirin.
Du wab herdu hevdîtinan de, behsa rewşa Kurdistana Sûriyê bi giştî hate kirin, herwiha pirsa konfransê hevbeş û şanda Kurdî ku vê dawiyê hate çêkirin.

Endamê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya ŞAKê, Hem, tekez kir, ku divê şanda Kurdî bi biryarên konfransê pabend be û ji federalîzmê û herêmeke Kurdistana Sûriyê ya yekgirtî neyên xwar.


Ofîsa Ragihandinê
Şepêla Azadî ya Kurdistanî17. 06.2025