Siyamend Haco: Çima pere ji xendekan re hene ji xelkê re tine

Di derbarê encamên serdana şanda Berê Kurdistana Sûriyê ji partiyên kurd û endamên şanda Kurdî re li Bajarê Qamişlo li Kurdistana Sûriyê, Rûdawê hevdîtinek bi serokê Bereya Kurdistana Sûriyê Siamend Haco re pêk anî.
Di hevdîtinê de Haco pêşî behsa abûrî û jiyana xelkê kir, û got ewqasî Kurdistana Sûriyê dewlemend e, lê ewqasî jî xelk hejar e. Herwiha Siyamend Haco rexne li rêveberiya PYD kir û got divê ji xelkê re diyar be dahatên petrolê bi ku ve diçin, Haco dom kir û got berê me digot rejîm dahatên petrolê ji xwe re dibe, lê niha divê rêveberiya PYD wê yekê eşkere bike çi bi dahatên petrolê dike.
Haco got ji sînor heya Tirbespiyê bi sedan bîrên petrolê hene û xwediyên dikana bacên xwe jî didin , lê divê ji xelkê re xuya bikin çi ji wan pereyan tê, û got xelk gelekî hejar e û gelek ji ber nebûna peran nikarin zarokên xwe bişînin dibistanan.
Serokê Bereya Kurdistana Sûriyê, Siyamend Haco, tekez kir, hejmarek ji cotkarên ez pê re axivîm, digotin eger wisa dom bike, em ê dest ji kar berdin.
Her di derbarê hebûna peran di destê rêveberiyê de ku xizmeta pêşkêş bike an na, Haco got çima pere ji bo kolandina xendekan hene ji bo xelkê nîne!
Haco tekez kir, ku jîngeh gelekî pîs bûye û li gelek cihan min borîyên petrolê yên teqiyayî dîtin ku çawe petrol gol bûye, ev yek ziyanê digihîne erdê û çandiniyê û divê rêveberiya PYD xizmeta Kurdan bike, lê nake!
Herwiha Haco tekez kir, ti wateya yekrêziya kurdî nîne, eger em xizmeta xelkê xwe nekin. Û got jî ti feyda wê nîne eger xwendin bi kurdî be û zarokên me nikarin ji ber hejariyê biçin dibistanê û birçî bin!
Haco da zanîn, berê her car PYD digot ji ber şer nikarin xizmeta pêşkêş bikin û nabe tenê li ser daxwazên siyasî lihev bikin, divê kar bikin çawe em bihêlin xelk vegere û em welatê xwe ava bikin
Her di wê hevdîtinê de, Haco diyar kir, ku baş e kesên weke wî yên rexnegir dikarin derbasî welêt bibin, tevî ku hinek ji nava PYD bi xwe hebûn nedixwestin rê bê dayîn ez derbas bibin, lê tevî vê baş pêşwaziya min hate kirin û ti astengî derneketin.
Haco diyar kir û got armanca serdana me, ew bû em binêrin em çawe dikarin bi şanda Kurdî re alîkarî bin, ji ber ezmûneke me ya dirêj heye û gelek kesên pispor yên ewropî nas dikin.
Siyamend Haco tekez kir serdana wî neyê wateya guhertina helwestên wî ji rêveberiya PYD, lê PYD di hin cihan de xwe guhertiye û eger careke din bûyerên Amûdê an malbata Şêx Henan dubare bibin, ez ê dîsa li dijî wan dakevim xwepêşandanan bikin.
Herwiha Haco rexne li ser çawaniya despêkirina danûstandinan bi Şamê re kir, û got diviyabû pêşî li ser xalên sereke lihevhatin çêbûba, piştre komîte hatibana avakirin, lê niha ne wisa ye û metirsî hene Şam bi şanda Kurdî neaxive.