Seidî Ehmed Pîre pêşwaziya şanda Berê Kurdistana Sûriyê dike

IMG-20250618-WA0012

Duh li Bajarê Hewlêrê, şandeke Berê Kurdistana Sûriyê serdana Seidî Ehmed Pîre endamê polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK kir. Şanda Berê Kurdistana Sûriyê ji Siyamend Haco serokê wê û Ebdilrehman Hebeş sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) pêk hatibû.

Di civînê de herdu aliyan behsa rewşa siyasî li Kurdistana Sûriyê kir, Serokê Berê Kurdistana Sûriyê, Siyamend Haco, behsa serdana şanda wan ji bo Kurdistana Sûriyê kir, ku bi partî û endamên şanda Kurdî re hevdîtin pêk anîbûn û têde li ser pabendbûna bi encamên konfransê hevbeş weke federalîzm û bûna Kurdistana Sûriyê herêmeke yekgirtî, tekez kiribûn.

Endamê polîtbîroya YNK jî piştgiriya xwe ji bo şanda Kurdî û karên wê anî ziman, ku kurd bigihin mafên xwe yên rewa di Sûriya nû de.

Herwiha herdu aliyan li ser xurtkirina têkiliyên dualî yên li ser bingeha lihevrêzgirtinê tekez kirin ku bikevin berjewendiyên gelê Kurdistanê bi giştî.

Ofîsa Ragihandinê
Berê Kurdistana Sûriyê
19.06.2025