Daxuyanî derbarê kuştina ciwanê bi navê Mistefa Şêxo li Cindirêsê

f192ad4a-279e-4308-955e-daf5777acfc5

Daxuyanî ji raya giştî re

Berê Kurdistana Sûriyê bûyera kuştina ciwanê bi navê Mistefa Şêxo yê xelkê gundê Hec Hesna yê ser bi navçeya Cindirêsê ya Herêma Efrînê ve şermezar dike, ku danê êvarî dema nobedariys tabloyên enerjiya rojê ji aliyê çekdarine ve bi guleyan hatibû kuştin. Em tekez dikin heta parastina ewlehiya herêmê nekeve destê xelkê wê, ti ewlehî û aramî dirust nabe û guhertina cil û bergan û siloganan nayê wateya guhertina rewşê, lê belê diyar dike ewlehî nemaye û binpêkirin berdewam dikin
Em hêzên ewlehiyê yên ser bi hikûmeta demkî ve û rêveberê Herêma Efrînê ji ber vê bûyerê berpirs dibînin û weke erk ji wan tê xwestin wan tawanbaran bidin dadgeheke dadmend û eşkere, ku bibe gavek belkî karibe baweriyê di navbera welatî û dezgehên ewlehiyê de dirust bikin, ku heya niha ew dezgeha bi pozbilindî dide û distîne.

Ji mafê xelkê ye giliyên xwe bikin ji ber zordariya bi serê wan tê û ji erkê dezgehên ewlehiyê ye guh bide wan û berpirsyarane pêre bide û bistîne, ne ku deriyên xwe li pêş wan bigrin û weke biyaniyan pêre bike.
Dem hatiye Herêma Efrînê ji aliyê xelkê wê ve were birêvebirin û jinûve sîstema ewlehiyê û sîvîl bê danîn ku rêzê li mirovan û mafrn bigire û bi kêmayî ewlehî û aramî dirust bibe, herwiha em daxwaz ji hikûmeta demkî û rêvebirê Herêma Efrînê, yê ku ji aliyê wê ve hatiye destnîşankirin, dikin sozên xwe bi cih bînin û kar bikin ku tevahiya çekdaran ji herêmê bêne derxistin.
Herwiha di vê derbarê de, em bang li alî û partiyên siyasî li Kurdistana Sûriyê dikin, tev bixebitin û vê tawanê şermezar bikin û bang ji bo parastina xelkê Herêma Efrînê bikin û guvaşan li ser hikûmeta demkî bikin vê tevliheviya heyî li Efrînê nehêlin û yasayê bi cih bikin û mafs vegerînin xelkê bi rêya birêvebirina herêmê ji aliyê xelkê wê ve.

Li dawiyê sersaxiyê ji malbata rihmetî Mistefa Şêxo re dixwazin û piştgiriya xwe ji wan re û ji tevahiya xelkê Efrînê didin nîşan ku rojane temenê vê rewşa dijwar û zordariyê didin.

Berê Kurdistana Sûriyê
20.06.2025