Serokê Berê Kurdistana Sûriyê beşdarî simînareke siyasî li Berlînê dibe

Revenda Kurdî simînareke siyasî li Berlîna paytexta Elmaniya lidar dixe.
Simînar di bin navnîşana “Rewşa niha ya Kurdistana Îran û Kurdistana Sûriyê” tê lidarxistin.
Serokê Berê Kurdistana Sûriyê, Siyamend Haco beşdarî wê simînarê dibe, ku wê besha dawî pêşhatên siyasî û meydanî yên Kurdistana Sûriyê bike herwiha wê behsa serdana xwe ya dawiyê bo deverê bike.
Herwiha Siyamend Haco wê behsa astengiyên ku dikevin riya gelê Kurd de bi taybetî di vê rewşa ku niha Sûriya û dever tê re derbas dibe.
Di wê simînarê de wê siyasetmedarê Kurd Hacî Cindî jî amade bibe ku wê behsa rewşa niha ya Îran û Kurdistana Îranê bike.
Simînar wê roja 29.06.2025an, demjimêr 16:00 li Berlînê were lidarxistin.
Navnîşan:
Lindower Str 18
13347 Berlin
Hinterhof 1.Et bei "Schalasch"
S-UWedding