Siyamend Haco di semînareke siyasî de li Berlînê behsa Kurdistana Sûriyê dike

Siyamend Haco Serokê Berê Kurdistana Sûriyê ku di heman demê de Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî ye beşdarî semînareke siyasî li Berlîna Paytexta Elmanya bû ku têde hejmareke kesayetiyên siyasî yên Kurd ji herçar parçeyên Kurdistanê amade bûn.
Her di wê semînarê de ku revenda Kurd rêk xistibû, siyasetmedarê Kurd Hacî Cindî jî amade bû û behsa dawî pêşhatên rewşa siyasî ya Kurdisrana Îranê kir, herwiha siyasetmedar û wezîrê berê yê Iraqî Pîr mamo Osman jî amade bû ku niha rawêjkarê encûnema olî ya Êzîdî ye û wî ji aliyê xwe ve behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê kir.
Siyamend Haco di semînarê de behsa serdana xwe bo Kurdistana Sûriyê kir û behsa hevdîtinên xwe li gel nûnerên hejmareke partiyên Kurdî û endamên şanda Kurdî ya hevbeş kir, herwiha bi dirêjahî behsa rewşa abûrî ya zehmet a ku xelkê Kurdistana Sûriyê têre derbas dibe di demekê de ku xizmetguzariyên sereke li wan deveran nayên pêşkêşkirin.
Haco di dirêjahiya axaftinên xwe de behsa diyardeya hebûna petrolê di golan de kir û bandora wê li ser pîsbûna jîngehê û li ser tendrustiya xelkê bi taybet li nava zeviyan de ku pariyê jiyana xelkê li ser wan zeviya ne.