Daxuyaniyek ji serokatiya Berê Kurdistana Sûriyê

f192ad4a-279e-4308-955e-daf5777acfc5

Serokatiya Berê Kurdistana Sûriyê roja 01.07.2025 civîneke berfireh lidar xist ku têde serokên rêxistinên civaka sivîl yên ku di bin çarçoveyê Berê Kurdistana Sûriyê de kar dikin, amade bûn.

Di civînê de Serokê Berê Kurdistana Sûriyê Siyamend Haco û hejmareke endamên desteya serokatiyê beşdar bûn.

Destpêkê Serokê Berê Kurdistana Sûriyê bixêrhatina hemû amadebûyan kir û tekezî li ser giringiya karê hevbeş di nava aliyên siyasî, rêxistinên sivîl û serbixwe de kir ku ev karê hevbeş xaleke sereke ye ji bo bergiriya di ber doza netewî ya gelkê Kurd de li Kurdistana Sûriyê.

Siyamend Haco behsa encamên seredana xwe ya dawiyê ji bo hijmareke deverên Kurdistana Sûriyê kir û di heman demê de behsa astengî û pirsgirêkên xelkê wan deveran jî kir û giringiya pêşxistina kar bi rengekî ku bikaribe kar ji bo dîtina çareseriyan ji wan astengiyan re.

Di wê civînê de behsa çawaniya çalakirin kar di hundirê ofîsên Berê Kurdistana Sûriyê de hate kirin bi rengekî ku hemahingî di nava hemû pêkhateyên wê de were kirin çi partî bin yan jî rêxistinên civaka sivîl û serbixwe, herwiha avakirina helwesteke Kurdistanî ya hevbeş ji bo rûbrûyî mafên netewî di siberojê de.

Kesên amade behsa çawaniya piştevanî û çalakirina rola rêxistinên civaka sivîl kir di bergiriya ji ber mafên gelê Kurd yên rewa bi taybet di pirsên çand, siyasî, yasayî û mafperwerî de û li destpêkê belgekirina binpêkirinan û ronahiyê bidin ser guhertina demografî ya ku li deverên weku Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî rû didin û siyaseta koçkirin û binpêkirinan yên bi bi rêxistinkirî ku li wan deveran çêdibin û kar ji bo bidestxistina piştevaniyeke herêmî û navdewletî ji bo doza Kurd li Sûriyê.

Her di wê civînê de tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina pêwendiyan li gel hemû aliyên siyasî yên Kurd û her danûstandinek netewî ya rast, herwiha dûrxistina zimanê xiyanetkirinê û drustkirina keşûhewayeke tendrust ji bo avakirina helwesteke Kurdî, bingehê wê berpirsyaretiya hevbeş û lihevrêzgirtin be.

Di dawiya civînê de tekezî li ser giringiya bilezkirina danîna plana karê stratejî ya hevbeş ku guhertinên ku niha çêdibe li ber çavan werbigre û bingehê wê hevbeşiya rast di nava hemû pêkhateyên Berê Kurdistana Sûriyê de be.

Dubare serokatiya Berê Kurdistana Sûriyê bang li hemû aliyên Kurd li Sûriyê kir ku bi berpirsyaretî û bi rengekî aqilane kar û danûstandina bikin ji bo cîbicîkirin mafê gelê Kurd di azadî, romet û dadperweriyê de.

Berê Kurdistana Sûriyê
02.07.2025