Siyamend Haco behsa hewlên Haco Axa ji bo dewleteke serbixwe dike

Screenshot

Screenshot

Serokê Berê Kurdistana Sûriyê Siyamend Haco di hevdîtinekê de li gel Rûdawê behsa kar û tevgera kesatiya Kurd ê navdar Haco Axa dike, ku ew tevger ji sala 1926 ta 1940an berdewam kir û wê demê Serokê Hoza Hevêrkan bû.

Siyamend Haco behsa jiyana bapîrê bavê xwe dike dema ku ji Kurdistana Turkiyê koçberî Kurdistana Sûriyê dibe, herwiha çawa Birîtaniyan rêgirî li wî û hejmareke endamên hoza wî kirin ji bo ku derbasî Kurdistana Iraqê nebin.

Her di wê hevdîtinê de behsa bûyerên şerê Beyandûrê dike ku sala 1923an li dijî Ferensa çêbibû û rola hozên Kurdî bi serokatiya Haco Axa û beşdariya çend hozên Ereban li wê deverê.

Siyamend Haco piştbestinê bi axaftinên hejmareke mêjûnasan dike û dibêje ku Haco Axa ti rola wî ya rasterast di şoreşa Şêx Se’îdê Pîran de nebû.

Yek ji giringtirîn aliyên ku Siyamend Haco behs dike, ew e dema Haco Axa sala 1930an daxwazê ji nûnerê bilind yê Ferensa li Sûriyê dike ku devera Cizîra bilind a Kurdî li ber çavan werbigre ku Xwedmuxtarî (Autonomie) têde cîbicî bibe û ev yekem gav bû ji bo nenavendiyê li Sûriyê.

Di heman hevdîtinê de, hijmareke aliyên din li xwe girt weku karê komeleya Xoybûn ya ku Haco Axa serokatiya wê li Sûriyê dikir herwiha banga Kurd û Kiristiyanên Sûriyê ji Netewên Yekbûyî ku Autonomie cîbicî bikin li devera Cizîrê li sala 1932an û sedemên koçberiya malbata Haco ya niştimanperwer ji Tirbespiyê û siyaseta ku hikûmeta Be’is û zinara Erebî li dijî wan bikar anî.

Hemû zanyarî li ser jiyan û kar û tevgera Haco Axa di vê vîdyoyê bibînin: