Daxuyanî derbarê pejirandina sembola nû ya dewleta Sûriyê

IMG_3531

Sembola ku rêveberiya demkî ya Sûriyê vê dawiyê pejirandiye, nûnertiya Sûriyê nake û ne jî pirrengiya wê, lê belê tenê nerîneke yekalî dide nîşan ku hizra navendiyeke desthelatdar bi rengê tinekirinê û ji kiryarên rejîma berê jî ne cuda ye ku bi deh salan bi serê xelkê dikir

Ji aliyê yasayî ve jî, ti rewatiya vê fermanê ji aliyê destûrî ve tine ye. Li gorî madeya 5an a ragihandina destûrî ya Adara 2025an, sembol û merşa welêt bi yasa têne nîşankirin. Ji ber ku derxistina yasayan tenê ji aliyê desthelata qanûndanînê ve tê derxistin, her hewleke desthelata cîbicîkar ji bi ferzkirina her sembolekê, binpêkirineke ji ragihandina destûrî bi xwe û rewatiya wê jî nîne û pê nayê pabendkirin. Herwiha ew ferman li dijî yasaya hejmar 37 a sala 1980 ye ku dibêje guhertina sembola fermî ya dewletê tenê bi rêya Yasadanînê ye
Li ser naveroka sembola nû jî, pejirandina “bazê zêrîn” weke sembola dewletê, pirsên kûr derbarê nasnameya Sûriya giştgîr nîşan dide û ew sembol bi xwe nîşanên olî û îdiyolojiya yekalî li xwe digire û nûnertiya tevahiya pêkhateyan nake, lê belê nasnameya welêt tenê di çarçoveya çandeke yekalî de nîşan dide û ferzkirina wê jî li dewleteke pir netew û ol, tê wateya berdewamiya çanda tinekirina siyasî û çandî
Herwiha çespandina 14 parêzgehên welêt di wê sembolê de, di hejmara perrên bazî de, dîsan nerîna berê a piştguhkirina daxwazên xelkê ye, bi taybetî pirsa parêzgehkirina Efrîn, Kobanê û Qamişlo tevî giraniya demografî û siyasî ya wan deveran

Em di Berê Kurdistana Sûriyê de, wê sembolê, weke naverok û wate, red dikin û dibînin ew tenê nîşana siyaseta yekalî ye ku rêzê li pirrengiya netewî û olî nagire û ti lihevkirineke niştimanî li ser nîne. Sûriya nû ya ku em dixwazin, Sûriyak demokrat û pirreng e, ku tevahiya pêkhateyan di nasname, çand û sembolên niştimanî de cihên xwe têde bigirin, ne ku tenê sembola welêt di semboleke teng ya beşekî tenê ji civakê be

Em bang li hêzên siyasî yên niştimanperwer û dezgehên opozisyonê dikin li dijî wê fermanê derkevin û bi pirensîpa hevkariya rasteqîne di danîna sembolên niştimanî de pabend bin û rê li ber ji nûve avakirina dewleta berî şoreşa Sûriyê bi destekên nû, venekin

Berê Kurdistana Sûriyê
06.07.2025