Pîrozbahî bi helkefta damezrandina Yekîtiya Parêzerên Kurd

Şepêla Azadî ya Kurdistanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Parêzerên Kurd dike bi helkefta damezrandina vê çarçoveya yasayî ya girîng ku gaveke girîng e û bi taybet di vê qûnaxa hestiyar ya ku gelê me têre derbas dibe.
Damezrandina vê yekîtiyê wîstgeheke sereke ye ji bo belgekirina binpêkirnên ku gelê Kurd rastî wan tên û kar ji bo erşîfkirina datayên xwe bi rengekî yasayî ji bo ku newên çewsandin yan jî jibîrkirin di kombûnên navdewletî de.
Herwiha em rola wan a çaverêkirî di nûneratiya dengê Kurdan di desteyên yasayî û siyasî yên Ewropî bi bilind dinerixînin ji bo cîbicîkirina dadwerî, romet û wekheviyê.
Bi hêviya serkeftinê di karê we yê yasayî û netewî de ku gaveke baş be ji bo Kurdistana Sûriyê û bilindkirina pisra Kurd bi rengekî dadperweran e.
Şepêla Azadî ya Kurdistanî