Daxuyanî derbarê êrîş û binpêkirinên li dijî sîvîlan li Siwêda

Berê Kurdistana Sûriyê bi fikar li pêşhateyên metirsîdar ên li parêzgeha Siwêda dinêre, ku deverên sîvîlan rastî êrîşan tên û hêzên ser bi hikûmeta demkî ya nû û hêzên bi ser ve binpêkirinên sîstematîk encam didin.
Ev êrîşên hovane yên bi serê sîvîlan ve tê herwiha tevgera aştiyane ya xelkê Siwêda ku ji çend salan ve berdewam e dike armanc, berdewamiya siyaseta tunekirinê ye ji aliyê hikûmetê ve li hemberî daxwazên rewa yen gelê Sûriyê.
Em weke Berê Kurdistana Sûriyê piştgiriya xwe ji bo xelkê li Çiyayê ereban li Siwêda radigihînin û armanckirina sîvîlan û rêgirtina li ber azadiya derbirînê ya sîvîl ji bo daxwazên siyasî û civakî, red dikin. Em dibînin ev destdirêjî ne tenê metirsiyê li ser Siwêda çêdike, lê belê naveroka doza sûrî dike armanc û hewl dide rê li ber berxwedana sîvîl bigire li Sûriyê.
Em hemû rengên gurrkirina aloziya navxweyî û derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de red dikin û tekez dikin, tevgera aştiyane ya li Siwêda nîşana nerazîbûna piraniya sûriyan e ji dektatorî, gendelî û zordariyê re. Em bawer in ew daxwaz weke daxwazên gelê kurd e û pêkhateyên din li Sûriyê di avakirina dewleteke pirreng, federal û demokrat de, ku cihê zordariyê têde nebe.
Em bang li hêzên niştimanî yên sûrî dikin dengên xwe hildin û yekrêz bin li dijî van siyasetên zordariyê, herwiha berpirsyaretiya van binpêkirinan dixin stûyê hikûmeta demkî ya nû, û bang li civaka navdewletî dikin demildest ji bo parastina sîvîlan û dubarenekirina wan destdirêjiyan, bixebite.
Berê Kurdistana Sûriyê
17.07.2025