Şepêla Azadî ya Kurdistanî piştgiriya Durziyên Siwêdayê dike

Hejmareke ciwanên Durzî û Kurd li Berlîna paytexta Almaniya xwepêşandaneke piştgiriyê ji bo durziyên Siwêdayê li darxist.
Di wê xwepêşandanê de ku li pêşiya Wezareta Derve ya Almanya û perlemanê wê hate li darxistin, hejmareke endamên Şepêla Azadî ya Kurdistanî jî amade bûn.
Dr.Tariq Xêrikî, Cîgirê Serokê Şepêla Azadî ya Kurdistanî di wê xwepêşandanê de axaftinek hebû û têde qirkirina Durziyên parêzgeha Siwêda ya Sûrî şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo wan ragihand.