Daxuyanî derbarê şerê li Şiyê

AlaNu.SAK

Daxuyanî derbarê pevçûnên Şiyê ya Herêma Efrînê

Pevçûnên li Navçeya Şiyê ya Herêma Efrînê di navbera çekdarên Emşata û ewlehiya giştî de roja yekşemê danê êvarî rû dane, tekez dikin ku gropên çekdar xwe nehelandine û di heykela bi navê Artêşa nû de intîgrîre nebûne, wek di dema destnîşankirina birêz Ehmed El-Şerih de weke serokê demkî ji bo Sûriyê hatiye ragihandin.

Şepêla Azadî ya Kurdistanî tekez dike, ti projeyek ji bo avakirina artêşeke niştimanî ya rast bi ser nakeve eger fermandarên wan gropên binpêkirin pêk anîne, neyên sizadan û neyên pêş dadgeheke vekirî û dadmend. Herwiha divê zirarmend jî bêne qerebokirin ji ber kiryarên terorî yen wan gropan. Lê ji dêlva sizadana wan, pileyên wan hatin bilindkirin û cihên bilind jî wergirtin.

Di dema ku hikûmeta demkî ya Sûriyê û alîgirên wê ve behsa " Serweriya Sûriyê" dikin, heta niha intîgrîrebûna gropên çekdar di nava Wezareta Berevaniyê de bi nav e û hîn jî ew grop bi ser Tirkiyê ve ne. Ji ber vê jî ewlehiya giştî nikarîbû çekdarên Emşata ji navçeya Şiyê derxînin.

Mayîna gropên çekdar bi çekên xwe ve li cihên xelk tê de ne, dide nîşan ew ne di bin kontrola wê artêşê de ne û bi biryarên wê pabend nabin. Ev yek jî metirsiyê li cem xelkê çêdike ku dîsa dubare bibe û jiyana wan têkeve metirsiyê. Madem ew grop bi ser Wezareta Berevaniyê ve ne, cihê wan ya rast li derveyî cihê xelk lê dimîne ye û divê tevahiya gropan bi çekên xwe ji wan deran derkevin, da ku sîvîl bêne parastin.

Şepêla Azadî ya Kurdistanî dîsa tekez dike, avakirina artêşeke niştimanî ya rast destpê dike dema tevahiya gropên çekdar nemînin û çekên xwe radest bikin û têkeve bin kontrola desthelateke sîvîl ya hilbijartî. Lê belê mayîna wan bi vî rengî û bê sizadan, rasterast bandorê li pêşeroja welêt û ewlehiya welatiyan çêdike.

Şepêla Azadî ya Kurdistanî
26.08.2025