Siyamend Haco: Federalîzm yekitiya Sûriyê û parastina mafên pêkhateyan misoger dike

IMG-20250828-WA0010

Di roja " Deriyên vekirî" de Wezareta Derve ya Almanya panelek bi navê " Çi li Sûriyê diqewime? Astengiyên qonaxa veguhêz" lidar xist, ku berpirsê beşê aramiyê di wezaretê de birêz Klemens Semtner bireve bir.
Di panelê de her ji; Siyamend Haco (Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî), Osama Fîlîks Dara( Komela Dostên Gelê Sûriyê) û Soniya Araban( Wezareta Derve ya Almanya) beşdar bibûn.
Siyamend Haco di gotina xwe de federalîzm an jî nenavendî ne tenê armanceke bi nav e, lê belê pêwîstiyeke ji bo misogerkirina parastina mafên tevahiya pêkhateyan li Sûriyê, herwiha ji bo dabeşkirina rasteqîne ya desthelatê di navbera hikûmeta hevgirtî û herêman de. Herwiha Haco tekez kir, bûyerên vê dawiyê li Siwêda û Beravê çêbûne, nîşanên metirsiya berdewamiya sîstema navendî ye li Sûriyê, u bang kir ku sîstemeke demokrat bê avakirin, ku mafên mirovan biparêze û aramiyê dirust bike.

Di wê panelê de bêtirî 80 kesan beşdar bibûn, ji karmendên wezaretê, pisporên Rojhilata Navîn, nûnerên saziyên civaka sîvîl. Herwiha têde tekezî li ser çawaniya piştgiriya qonaxa veguhêz û rola hevkarên navdewletî hate kirin.

Jêdera wêneyan: Wezareta Derve ya Almanya