Şepêla Azadî: Divê birêz Salih Mislim daxwaza lêborînê bike

8dArtboard 8 copy 2

Bersivdayîna daxuyaniyên Salih Mislim

Şepêla Azadî ya Kurdistanî daxuyaniyên Endamê Desteya Serokatiyê ya PYD'ê، birêz Salih Mislim, şermezar dike, ku di konferansa hevgirtina erebî ya sosyalîst a cîhana erebî de li Bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistan-Îraq, sîstema federal qebûl nekiribû û gotibû ew "Nenavendiya demokrat" û " Netewa Demokrat" dixwazin, ku herdu peyv çêkirî ne û PYD'ê wan weke tiştekî nenas bikar tîne û belav dike û nagihin astê çareya siyasî ya pêwîst. Herwiha gotinên Salih Mislim li dijî daxwaza konferansê kurdî yê hevbeş e, ku banga yekgirtina herêmên kurdî di çarçoveyeke siyasî û revebirî ya hevgirtî di çarçoveya Sûriyak hevgirtî de, dike.

Daxuyaniyên Salih Mislim weke vegerekê ye ji encamên konfransê hevbeş ku di 26.04.2025an de lidar ketibû û PYD'ê bi xwe aliyekî sereke bû di nivîsandina wê de û erêkirina li ser.
Ev yek jî gumanê çêdike ka gelo heta çendî ew partî û serkirdeyên wê bi wan biryaran bawer in ku piraniya aliyên siyasî yên kurdî li ser lihev kiribûn.

Danasîna bi doza kurd bingeha sereke ye ji her projeyeke demokrat re li Sûriyê. Eger em çareyeke dadmend û dirêj bixwazin, nabe zordariya dîrokî ya bi ser kurdan de hatiye bê piştguhkirin. Mafên netewî yên kurdan divê bi awayekî destûrî, siyasî û çandî bêne çespandin.

Em weke Şepêla Azadî ya Kurdistanî dibînin, federalîzm çareya herî guncaw e ji pêşeroja Sûriyê re, ji ber ew li ser bingeha destûreke hevgirtî radibe ku mafên netewî û siyasî yên tevahiya pêkhateyan misoger bike, herwiha mekanîzmên dabeşkirina desthilatê û desthelatan di navbera navend û herêman de diyar dike, bi rengê ku aramî li welêt tê çêkirin, li ser bingehên demokrat û dadmend, herwiha rê li ber vegerandina çêkirina navendiyê digire, ku bibû sedema kirîzên Sûriyê.

Em bang li endamên şanda Kurdî ya Hevbeş û partiyên kurd dikin, helwestê li dijî daxuyaniyên Salih Mislim bistînin û guvaşan li wî û li PYD'ê bikin, ku ew daxwaza lêborînê bike û tekez bike, ew bi encamên konfransê hevbeş pabend e û ew weke lêvegereke siyasî ya hevbeş ji helwesta kurdî re ye.

Şepêla Azadî ya Kurdistanî

29.08.2025