Şepêla Azadî û El-Partî li Qamişlo dicivin

IMG-20250904-WA0017

Şandeke Şepêla Azadî ya Kurdistanî serdana Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) li Bajerê Qamişlo kir û ji aliyê sekreterê wê ve birêz Nesredîn Brahîm û herdu endamên Komîta navendî ya partiyê Îmad Mecûl û Silêman Şêxo, hatin pêşwazîkirin.
Şanda Şepêlê jî ji her yek ji birêz Siyamend Haco serokê wê û birêz Barzan Îse endamê Ofîsa Pêwendiyan û birêz Deysim Nebî endamê desteya Xwecihî ya Yekê ya Şepêlê.

Di civînê de herdu aliyan behsa rewş û pêşhatên dawî yên Kurdistana Sûriyê û Sûriyê kirin, herwiha pêwendiyên partiyên kurd li Kurdistana Sûriyê.

Şepêla Azadî ya Kurdistanî
Qamişlo
04.09.2025