Daxuyanî derbarê birîna avê ji ser Kurdistana Sûriyê û bandorên wê yên metirsîdar

Kêmbarîna baranê bû sedema hişkbûna gelek bîr û kaniyan, vê yekê jî hişksaliyek li herêmê çêkir ku ti carî nebûye. Bi ser de jî, Tirkiyê ava derbasî Kurdistana Sûriyê dibe, berdewam dibire. Ji ber vê jî herdu avên Efrîn û Çeqçeqê zuha bûn û pez lê têne çêrandin, ligel kêmbûna astê ava Feratê û berdewamiya birîna ava vexwarinê a wêstegha Elok ji 2019an ve, herwiha daketina astê ava bendava Meydankê li Herêma Efrînê, ku bêtirî 30 m daketiye. Evna jî jêderên avdan û vexwarinê li herêmê dixe metirsiyê.
Rewşa heyî bandor xiste li ser karta çandiniyê, ku ji ber kêmbûna avê, berhemên çandiniyê kêmbûn û mesrefên weberhênanê bilind bûn. Herwiha gelek ziyan gihan darên zeytûnan û cotkarin neçar bûn daran ji kokê ve hilkin û darine din jî hiş bûn, çandina pembû û genimî jî şûnde çû li gelek deverên Kurdistana Sûriyê. Ji ber vê çalakiyên abûrî yên xwecihî jî sekinîn, berweriya erdê jî daket û ewlehiya xwarin û civakî ya xelkê kete metirsiyê. Eger wisa dirêj bike, dê dever bi giştî hişk bibe.
Em bang li Tirkiyê dikin, bi wan rêkeftin û protokolan pabend be û avê berde, herwiha rêzê li pabendbûnên xwe yên yasayî bigre û kirîza Sûriyê ji berjewendiyên xwe re bikar neyîne. Em bang li hikûmeta demkî ya Sûriyê jî dikin, helwesteke fermî bistîne û guvaşan bike, ku av ber bi Sûriyê ve were berdan. Herwiha daxwaz ji hikûmeta demkî dikin, li jêderên din ên avê bigere û bilez alîkariya rêncberan bike. Em bang li Neteweyên Yekbuyî û rêxistinên navdewletî dikin, zû alîkariya awarte pêşkêş bikin û ewlehiya xwarin û abûriyê biparêzin û nehêlin ev bobelat mestir bibe.
Berê Kurdistana Sûriyê
06.09.2025