Şanda Berê Kurdistana Sûriyê serdana Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdistanî dike

IMG-20250907-WA0006

Şanda Berê Kurdistana Sûriyê serdana Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdistanî li Bajarê Qamişlo kir. Şanda Berê pêkhatibû ji her yek ji Serokê wê Siyamend Haco û birêz: Ebdilxenî Eco, Berzan Îsa, Deysim Nebî û Rizgar Silo, pêkhatibû. Şand ji aliyê Sekretera partiyê Fesle Yûsif û çend serkirdeyên partiyê ve hatibû pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de herdu aliyan behsa rewş û pêşhatên dawî yên li Sûriyê û Kurdistana Sûriyê kirin, herwiha metirsî û astengiyên ku dever bi giştî rastî wê tê. Herdu aliyan li ser yekxistin û hevreziya di navbera aliyên kurd de kirin, ku bikevin xizmeta Gelê Kurd û aramiyê xurtir bike
Li dawiyê jî, herdu aliyan li ser berdewamiya pêwendî, gotûbêj û pêşxistina wê di navbera aliyên kurd de, kirin ku bikevin berjewendiya doza kurd.

Ofîsa Ragihandinê
Berê Kurdistana Sûriyê
07.09.2025