Şanda Berê Kurdistana Sûriyê serdana Partiya Rêkeftin dike

IMG-20250907-WA0009

Şanda Berê Kurdistana Sûriyê li Bajarê Qamişlo serdana Partiya Rêkeftin a Niştimanî ya Kurd li Sûriyê kir û ji aliyê sekreterê partiyê ve birêz Fewzî Şingalî û serkirdeyên wê ve hate pêşwazîkirin.
Şanda Berê Kurdistana Sûriyê pêkhatibû ji birêz Siyamend Haco serokê wê, birêz Berzan Îsa, Rizgar Silo, Ebdilxenî Eco û Deysim Nebî.

Di hevdîtinê de behsa pêşhatên dawî yên li Sûriyê û Kurdistana Sûriyê hate kirin, herwiha herdu aliyan li ser xurtkirina têkiliyên dualî û pêşxistina wan ku bikevin berjewendiya yekrêziya kurdî û rûbirûbûna astengiyan.

Ofîsa Ragihandinê
Berê Kurdistana Sûriyê
08.09.2025