Endamê Şepêla Azadî Hîzam Hisên koça dawî kir

IMG-20250915-WA0008

Bi xemgîniyeke mezin, Şepêla Azadî ya Kurdistanî, nûçeya koçberkirina hevalê xwe yê Pêşmergeyê Roj Cêdar1, Hîzam Hisên, û endamê desteya Xwecihî-25 ya Şepêlê, radigihîne, ku sibeha îro li Herêma Kurdistana Iraqê ji ber nexweşiyeke giran, koça dawî kir.

Hevalê me, Hîzam ji gundê Şirikê yê ser bi Dêrikê ye û li kampan Domîz a parêzgeha Dihokê rodinişt. Ji sala 2020 an ve bibû endamê Şepêla Azadî ya Kurdistanî û merdî, camêrî û pabendbûn û girêdana bi doza kurd ve hatibû naskirin.

Me hevalekî dilsoz, rasteqîn, wefadar û niştimanperwer ji dest da. Bi vê xemê em sersaxiyê ji malbat, dost, heval û hezkiriyên wî re dixwazin, hêvî dikin sebrekê bidin xwe û serê wan sax be.

Şepêla Azadî ya Kurdistanî
15.09.2025