Kurd û mafê çarenûs yê derekî li hember siyasetên tunekirinê

20250118_230741_0000

Comerd Hemdoş

Di hevpeyvîneke xwe de bi Kanala Nûçeyan (El-Ixbariyê) ya sûrî re, birêz Ehmed El-Şerih nêrînek nîşan da, ku hebûna Kurdistana Sûriyê red dike, û dibêje ew dever piraniya wê ereb in û kurd jî bela bela ne li wê derê, herwiha El-Şerih dibêje her şêweyeke xudmuxtraî an jî serxwebûnê dibe seqamgîriyê li herêmê têxe metirsiyê û bandora wê bigihe deverên dûrtir weke Katalonya û Îrlandaya Bakur.
Tevî ku El-Şerih di gotinên xwe de bangeke diyar ji bo gotûbêj û danûstandinan nîşan da, bi taybetî dema got divê taybetmendiyeke herêmên kurdî hebe di nava çareyên heyî de. Lê eger mirov bi kûrahî lê binêre, dibîne nameyên veşartî jî di wan gotinan de hene, ku kurdan hişyar dike ji tiştê hikûmeta demkî rê li ber vedike, derbas nekin û li gorî nêrînên wê be di navendiya li dijî her şêweyeke danpêdanê bi mafên netewî.
Ji aliyê dîrokî ve jî, tunekirina hebûna Kurdistana Sûriyê piştguhkirineke ji rastiyeke diyar re ye. Kurd di heyama sedsalan de her di herêmên xwe de piranî bûn. Belgenameyên dîrokî vê yekê tekez dikin, weke deftera komkirina bacan a osmaniyan di sedsalên 16-19an de, serjimêrî û nexşeyên fransî di dema Fransa dest danîbû ser Sûriyê de, raportên Wezareta Derve ya Fransa di salên bîstan de, Ferhenga mezin a Lorimer a brîtanî (1908), û ji bilî bi sedan belgenameyên din ku tekez dikin hebûna kurdan ne nû ye, lê belê dûr û dirêj e û bi sedsalan e û her di herêmên xwe de piranî bûn.
Piştî ketina rejîma Sûriyê û çêkirina hikûmeta demkî ji aliyê Desteya Tehrîr Şam (HTS) ve, bi taybetî piştî komkujiyên çekdarên vê hikûmetê bi serê elewî û durziyan de pêk anîn, û berdewamiya mejiya tolhildan, serjêkirina li kolanan, destdirêjî û tunekirina yekdî, metirsiyên li ser pêşeroja Kurdistana Sûriyê ji berê bêtir bûn. Herwiha hate tekezkirin ku divê tevgera kurd li xwe vegere û hizir bike çawe bi vê hikûmeta demkî re bide û bistîne. Eşkere bû, federalîzm nema mumkin e bi vê hikûmeta defakto re, ji ber vê jî divê Kurd li alternatîveke din bigerin, ew jî mafê çarenûs yê derekî ye.
Daxuyaniyên birêz Ehmed El-Şerih tekez dikin, hikûmeta demkî ne amade ye dan bi mafên netewî yên gelê kurd bide. Ji ber vê jî divê Kurd yekrêziya xwe xurt bikin û ji perçebûna navxweyî xilas bibin ku wan lawaz dikin, herwiha divê kolana Kurdistanî li Sûriyê û tarawga tev bigerînin, ku karibin guvaşeke gelêrî ya berdewam çêbikin û piştgiriyê bidin vê daxwazê. Di heman demê de, divê hewlên dîplomasî di navbera aliyên kurd de xurtir bibin, ku karibin nameya xwe bi zelalî bighînin civaka navdewletî û daxwazên xwe yên rewa biparêzin.
Divê em zanibin, kolana Kurdî ji vê yekê re amade ye û li benda aliyekî ye wê birêve bibe. Lê mixabin hîn ti serkirdayetî tine ye û ev jî astengiya herî mezin e. Derfeta heyî dibe careke din dubare nebe û eger em bi dest xwe ve neynin, dibe heta sedsaleke din dirêj bike.

Mafê çarenûs yê derekî, ne minetek e ji çi hikûmet an deshilatekê, lê belê pirensîpeke sereke ya Yasaya navdewletî ye, ku di madeya yekê ya belgenameya Neteweyên Yekgirtî de hatiye û biryarên komeleya giştî weke biryara 1514 ya tunekirina kolonyalîzmê hatiye tekezkirin, herwiha biryara 2625 ya pêwendiyên xweş di navbera welatan de.
Tevî ku ragihandinên birêz El-Şerih nîşanin erênî têde hebûn ji bo gotûbêj, danûstandinên aştiyane û taybetmendiya herêmên kurdî, lê nameyên wî yên veşartî, bihna gefan jê tê. Yanî; Yan hevkarî û nêzîkbûna ji desthelata navendî re bi dûrbûna ji daxwazên serxwebûnê ve girêdayî be, yan jî şer û gef di rê de ne û dibe bibin bijarde jî. Ev nameyên veşartî nîşan didin, aliyên din zora xwe didin ser bikaranîna hêza veşartî ji bo gefxwarinê. Di heman demê de ew hewl dide xwe diyar bike, ku ew alîgirê çareya aştiyane ye.
Çareserkirina doza kurd li Sûriyê bi rêya tunekirin û gefan çênabe. Çareserî ji wê yekê destpê dike, ku dan bi hebûna Kurdistana Sûriyê û mafên netewî yên gelê kurd li gorî yasaya navdewletî, pê werin dayîn û rola wan di her çareseriyeke siyasî de hebe, ku seqamgîrî li herêmê û mafên sereke yên kurdan bêne parastin. Eger ew nebe, çareya herî guncaw serxwebûn e.