Navenda Guhertinê li Şamê behsa Federalîzmê dike

Screenshot_20250923_155423_YouTube

Navenda Guhertina Demokrat li Şamê bi hemahengî bi Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî û Rêxistina Zelal re Workshopek derbarê Federalîzmê bi navnîşana " Hevgirtin yekîtî ye an çi? " lidar xist .
Dr. Sören Keil,profesorê Federalîzm û nenavendiyê herwiha mamosteyê siyasetên navdewletî li Zanîngeha Pasau ya Almanya, di derbarê pirsên Federalîzm, nenavendî û otonomîya herêmî de çend wane dan. Birêvebirina civatê ji aliyê Îdrîs Murad ve bû weke nûnerê navendê.
Di vê Workshopê de hejmarek ji nûnerên siyasî û guh didine rewşa giştî.

Di roja yekê de 2 rûniştinên sereke hebûn:
- Destpêk li ser Federalîzmê, têde dîrok û rengên wê yên cuda hatin behskirin, herwiha teorî û beşên sereke yên wê û cîbicîkirina wê li cîhanê.
- Federalîzm, nenavendî û otonomîya herêmî, têde behsa curên duda jî nenavendiyê hate kirin û çend nimûne li ser welatên cuda hatin dayîn.
Karên Workshop ji bo roja diwê ji didome, ku tekezî li ser derfet û astengîyên li pêş otonomîya herêmî dike, herwiha otonomîya li Sûrîyê piştî aloziyan û bandora wê li ser hikûmeta navendî û pêkhateyan , herwiha egerên avakirina hikûmeteke giştgîr.

Ev Workshop yekemîn karê Navenda Guhertina Demokrat e li Şamê weke navendeke ruxsetkiri, biryar e di demên bê de jî workshopên din jî li Şamê derbarê mijarên nenavendî û demokrasiyê lidar bixe.