Daxuyanî derbarê ragihandina Rêveberiya Herêma Efrînê ya vegerandina xanûberan

Di 18.09.2025'an de Rêveberiya Herêma Efrînê di ragihandinekê, de hejmar 6/2025an, mekanîzma vegerandina xanûberan li Efrînê dest nîşan kir, ku her kesê bixwaze mal an jî erdê xwe ji dest hawirdeyekî an ne yasayî hatibe bikaranîn, vegerîne, divê belgenameyên xwedîbûna wî milkî bi rêya parêzerekî destnîşankirî, radestî Komîteya Aborî bike, da ku ew komîte milkê wî bi fermî vegerîne.
Ev ragihadin desthelata dadwerî derbas dike, yasaya sûrî eşkere dibêje ku tenê dadgeh dikarin pirsgirêkên xanûberan û vegerandina milkê çareser bikin, herwiha nabe ti komîteyeke rêveberî yan aborî ti biryaran di vî warî de bistîne.
Ferzkirina rêyeke taybet bi rêya parêzerine destnîşankirî li dijî yasa sûrî bi xwe ye. Heriwha ragihandina rêvebriya Efrînê rêya dijderketin û nerazîbûna dadwerî venake, bi awayê ku parastina mafên milkê lawaz dike û dadmendiya rêkarî asteng dike.
Ya xirabtir jî, Komîteya Aborî ji hawirde û yên ne yasayî di malên xelkê dimînin, daxwaz nekiriye belgeyan pêşan bidin weke girêbesta xanî û kirêkirinê, lê belê tenê xwediyên xanûberan jê tên xwestin wan belgeyan radest bikin. Ev yek jî alîbûneke eşkere ye û bikaranîneke desthelatê ya li dijî sîvîlan e.
Ji ber van sedeman jî, em daxwaza rakirina wê ragihandinê ya hejmar 6/2025 û nehiştina karê Komîteya Aborî bi temamî dikin. Herwiha divê şêweya rêkaran ji nû ve bêne çêkirin, ku pesendkirina belgeyên xanûberan tenê bi dadgehên herêmî ve girêdayî bin. Em tekez dikin ku divê tenê dadgehên Efrînê di pirsên vegerandina xanûberan û mafên wan de berpirs bin, li gel hebûna mekanîzma cîbicîkirinê ya diyar û parastina mafê nerazîbûnê ya yasayî.
Parastina milkê, dadmendî û zelaliyê bi cih nayên eger dadweriyeke rewa û serbixwe nebe û desthelata yasayê ji desthelata dadwerî re neyê vegerandin, lê ne di destên girûpên çekdar an komîteyên ne yasayî de werin berdan.
Şepêla Azadî ya Kurdistanê
24.09.2025