Daxuyanî derbarê Fermana Ku Cejna Newrozê wek Cejneke Neteweyî ya Kurdan nas najke

Fermana bi hejmar (188) ya sala 2025an, ku ji aliyê Serokatiya Komara Sûriyê ve hatiye derxistin û di derbarê diyarkirina cejnên fermî û betlaneyên bi mûçe de, berdewamiya siyaseta dûrxistin û cudakariya plankirî ye ku bi dehsalan li hemberî gelê Kurd hatiye meşandin, . Ev ferman bi awayekî zelal nîşan dide ku heman rêbaza Partiya Be's berdewam e, ku her hewl dida nasnameya vî gelî tune bike û dîrok û mafên wî yên neteweyî û çandî tine bike.
Dûrxistina Cejna Newrozê ji lîsteya cejnên fermî û berdewamiya navlêkirina wê wek "Cejna Dayîkê", berdewamiya siyasetên rejîma berê ne, ku hewl dida bi vê navlêkirinê sembola Newrozê betal bike û wateya wê bi semboleke çêkirî biguherîne. Di rastiyê de, Cejna Dayîkê li Sûriyê di 13ê Gulanê de bû, lê 21ê Adarê Cejna Newrozê ye, ku divê li ser asta tevahiya Sûriyê wek cejneke niştimanî bê çespandin.
Di vê çarçoveyê de, em tekez dikin ku pêwîst e Sersala Êzîdiyan(Çarşema serê Nîsanê) wek cejneke fermî ji bo Êzdiyan bê nasîn. Herwiha divê mafê betlaneyê di vê rojê de ji Êzîdiyan re bê dayîn, ji bo ku rêz li pîroziya bîranîn û cihê wê yê olî û ruhanî bê girtin, li gorî pirensîpa wekheviyê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de û rêzgirtina li taybetmendiyên wan ên çandî û olî.
Berdewamiya tinekirina mafên neteweyî, çandî û olî yên Kurdan tekez dike, ku Hikûmeta Veguhêz a Demkî ji çarçoveya siyasetên Be's ên berê derneketiye, belku heman rêbazê di tinekirina hebûna Kurdan û paşguhkirina êşa wan a dîrokî de didomîne, her wek encamên serjimariya awarte ya sala 1962an, ya ku bi sedemê wê bi sed hezaran Kurd ji hevwelatiya xwe ya sûrî hatin bêparkirin, û siyasetên Erebkirin û guhertina demografîk ên ku herêmên Kurdistana Sûriyê kirin armanc û hîna jî bandorên wan hene.
Paşguhkirina sembolên neteweyî û olî yên gelê Kurd, di serî de Cejna Newrozê û Sersala Êzîdiyan, xizmeta projeya Sûriyeya nû ya ku em hêvî dikin jê re nayê kirin. Herwiha naskirina van bîranînan, ceribandineke rastîn e ji bo rastiya gotûbêjên li ser Sûriyeke nû ya ku li ser bingeha wekhevî û rêzgirtina dualî tê avakirin, û li ser bingeha dadperweriya dîrokî ji bo her pêkhateyek ji pêkhateyên vî welatî ye.
Berê Kurdistana Sûriyê
06.10.2025