Comerd Hemdoş: Şam guvaşan bi şerê li taxên kurdan dike

Screenshot_20251007_020249_YouTube

Di hevpeyvînekê de li gel Kurdistan 24, Rojnamevan Comerd Hemdoş, ku endamê Desteya Rêveber a Şepêla Azadî ya Kurdistanî (ŞAK) û endamê Ofîsa Peywendiyan a Bereya Kurdistana Sûriyê ye, tekez kir ku êrîş û şerên li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd li Helebê, yên ku piraniya wan Kurd in, armanc dikin ku li ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) guvaşan bikin û wan neçar bikin ku daxwazên Şamê bicî bînin.

​Hemdoş diyar kir ku ji ber ku di navbera her du taxên navborî û deverên di destê HSD de ti girêdaneke rasterast nîne, ev her du tax dorpeçkirî ne û ji ber vê yekê ji aliyê leşkerî ve lawaz in. Ji ber vê yekê jî komên leşkerî yên girêdayî Wezareta Parastinê ya Sûriyê armanc dikin ku bi rêya van herdu taxan li ser HSD guvaşan bikin û dorpeç bikin.

​Comerd Hemdoş piştrast kir ku berî destpêkirina şer û êrîşa li ser herdu taxan, hêzên Ewlehiya Giştî yên girêdayî Wezareta Navxweyî ya Sûriyê dest bi kontrola derbasbûyan û girtina rêyan kiribûn, ku ev yek bû sedem ku şêniyên herdu taxan derkevin û van kiryaran şermezar bikin. Ev nerazîbûn bi armanckirina wan bi bombeyên rondikrêj û dûvre jî bi gulleyan hat bersivandin, ku di encamê de zêdetirî 15 welatiyên sîvîl birîndar bûn.

​Comerd Hemdoş tekez kir ku kiryarên desthilatdarên Şamê li hemberî Kurdan ji kiryarên Rejîma Sûriyê ya Berê ne cuda ne, nemaze ku serwerên niha hê jî xwe di desthilatê de bi cih nekirine wisa dikin, ma gelo heke ev yek çêbibe dê rewş çawa be?

​Hemdoş anî ziman ku çareserî di rawestandina êrîşê û destpêkirina diyalogê de ye. Pêwîst e serokê desthilata veguhêz derkeve pêşberî gel û banga gotûbêjeke rasteqîn bi hemî pêkhateyan re bike, û di serî de jî Gelê Kurd, da ku Pirsgirêka Kurd li ser bingeha Sûriyeke Federal ku rêzê li mafên hemî pêkhateyên Sûriyê digire, were çareserkirin. Lê tiştê ku desthilatên niha nîşan dane ev e ku ew îslamiyên radîkal in, ku red dikin bi aliyê din re diyalogê bikin û mafên pêkhateyan nas bikin, û dixwazin Sûriyê ber bi dabeşbûnê ve biçe, ne avakirina Sûriyeya Nû ya ku em jê hêvîdar in. Wî herwiha got ku Peymana 10ê Adarê ya di navbera El-Şer' û Mazlûm Ebdî de dê bandoreke neyînî li ser mafên Kurdan bike, ji ber ku bendên siyasî yên derbarê paşeroja Kurdan de tê de hene û Sûriyeya navendî parastiye, di demekê de ku Kurd Sûriyeke Federal dixwazin.

​Hemdoş herwiha piştrast kir ku piştî komkujiyên ku Elewî û Durzî li Sûriyê ji aliyê çekdarên van desthilatan ve rastî wan hatine, û nenasîna mafên Kurdan li Sûriyê, tirsên li ser paşeroja Gelê Kurd zêde bûne. Lê heta niha Tevgera Kurdî newêre, wekî Durziyan daxwazên xwe bilindtir bike û banga serxwebûnê bike, heya ku jiyana hevbeş bi vê desthilatê re ne mimkun be.