Daxuyanî derbarê salvegera şeşan a damezrandina Şepêla Azadî ya Kurdistanî

Desteya Serkirdayetiyê ya Şepêla Azadî ya Kurdistanî salvegera şeşan a damezrandinê bibîr tîne û tekez dike, ku dê ew xebata ji bo doza rewa ya gelê me û çespandina pirensîbên wê di Dadperwerî, Azadî û Demokrasîliyê de li Kurdistanê biçespîne.
Her di vê hilkeftê de, Desteya Serkirdayetiyê bapendbûna bi avakirina Kurdistana Sûriyê weke statuyeke siyasî û rêveberî ya yekgirtî tekez dike, ku têde mafên netewî, siyasî û çandî yen gelê me werin parastin û hevpariyeke rast di navbera pêkhateyan de were avakirin.
Em dîsan tekez dikin, ku divê Bereya Kurdistana Sûriyê were pêşxistin û cihê xwe bêtir bigre, ku ew çarçoveyeke niştimanî ye dixebite ji bo yekxistin û hemahengiya helwestan, ku bikeve berjewendiyên gelê me û xurtkirina rola wî di nexşandina pêşeroja welêt de.
Desthelata niha li Şamê berdewam e di redkirina nasîna bi mafên gelê kurd de û hîç amade nîne gotûbêjan li ser federalîzmê bike, ji ber vê ji me, weke Şepêla Azadî ya Kurdistanî, û Tevgera kurd, bi hemî partiyên wê ve, tê xwestin li alternatîvine siyasî yên rast bigerin, ku mafên gelê xwe biparêzin û pêşeroja wî ya siyasî û çandî biparêzin.
Desteya Serkirdayetiyê
Şepêla Azadî ya Kurdistanî
10.10.2025