Tevgera Nûbûnê pîrozbahiya salvegera damezrandina Şepêlê dike

IMG-20251010-WA0044

Ji bo Şepêla Azadî ya Kurdistanê
​Peyama Pîrozbahiyê
​Silavên Serxwebûnê...
​Bi boneya salvegera damezrandina (Şepêla Azadî ya Kurdistanê), em pîrozbahiyên xwe yên herî germ û herî xweşik pêşkêşî serokatî, hemû endam, dost û alîgirên we dikin û hêvîdar in ku hûn her dem serkeftî bin.
​Her bi vê boneyê, em tekezî li ser berdewambûn û pêşdebirina peywendiyên di navbera herdu aliyên dost de dikin û em wiha bawer dikin ku di vê dema hestiyar û aloz de, ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurdistanê, xurtkirina peywendiyan di navbera partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê de pir pêwîst û girîng e.
​Di dawiyê de, careke din em pîrozbahiya we dikin.
​Bi rêz û hurmet
​Encûmena Serokatiya
Bizava Nûbûna Kurdistanê
10_10_2025