Daxuyanî derbarê kiryarên ofîsên aborî li Hêrêma Efrînê

Hejmarek ji berpirsên gropên çekdar di bin navê ofîsên aborî vegeriyane Efrînê û li xelkê zor dikin, nîvê dahatên demsala zeytûnan xwediyên wekalan bistînin, herwiha bi bihaneya nebûna kaxezên belgekirî, an jî ji ber nebûna wekaleyên nû, rê nadin wan demsalên xwe biçînin, an jî ji ber hinek piştî vegeryana hinekan piştî ketina rejîmê nabe îsal zeytûnên xwe biçinin.
Van ofîsan belge û girêbestên ku di dema Rêjîma Sûriyê de hatine derxistin û xwedîtî tekez dikin, herwiha wekaleyên berê yên ku di dema kontrola komên çekdar de dihatin bikaranîn, red kirine. Li ser xelkê ferz kirine ku wekaleyên nû bi mercên zehmet amade bikin, tevî windabûna beşên mezin ji arşîva Tomargeha xanûberan û nebûna nexşeyan.
Xelkên ku vegeriyan û ji bo vegerandina erdên xwe piştî hilweşîna Rêjîmê, bacên xwe dane, îsal ji mafê çinîna berhemê bêpar mane, û ev bûye bi mercê razîbûna Ofîsên Aborî tenê, ku ew kirine desthilatdariya cîgirê dadgehê û kontrola li ser debara mirovan girtine.
Derbarê mijara pêşkêşkirina belgeyên xwedîtiyê de, li gor Yasaya Sûriyê ya hejmar 84 ya sala 1949 û guherînên wê, bi taybetî Xala 916,
Ku dibêje kesê erd di dest de be xwediyê wê ye eger li pêş dadgehê berevajî wê dernekeve û nabe ti aliyekî cîbicîkar an jî ewlehî rêgiriyê li ber her kesekî bike, ku erdê xwe bireve bibe an jî demsala xwe biçine, eger rêgiriyeke yasayî an jî guliyekî fermî nebe. Herwiha li gor madeya 834an ji Yasaya Sivîl a Sûriyê, yek ji mîratgiran dikare karên birêvebirinê an çinîna berhemê ji bo berjewendiya mîratgirên din bike bêyî pêwîstiya razîbûna hemûyan, û ne şert e ku erd bi navê wî hatibe tomarkirin, heya ku tekez bike ku ew yek ji mîratgirên rewa ye.
Hikûmeta Demkî jj ber van binpêkirinan berpirs e, ji ber bêdengiya wê û sizanekirina aliyên berpirs, ku ew dibe hevpar di tiştên ku çêdibin de. Em ji Hikûmetê daxwaz dikin ku serweriya yasayê cîbicî bike û xelkê ji bo vegerandina mafên xwe bi rêya dadgehê ve, ne bi rêya ofîsên aborî yên ne rewa, bihêle. Herwiha her kesê ku red dike milkên xelkê radest bike an wan bi bihaneyên pûç bikar tîne, siza bike, û tiştên ji Tomargeha Xanûberan winda bûne, ji bo misogerkirina mafên welatiyan ji nû ve çêbike.
Lewma, em weke Berê Kurdistana Sûriyê daxwaz dikin ku hemû Ofîsên Aborî li Hêrêma Efrînê tavilê bên betalkirin, û biryarên wan ên ne rewa bên hilweşandin, û desthelatiyên yasayî ji nû ve vegerin bo dadgehan, û berpirsên desteserkirina berhemên xelkê û qedexekirina çinîna debara wan bên sizakirin.
Berê Kurdistana Sûriyê
18.10.2025