Daxuyanî derbarê salvegera dagirkirina herdu Bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî

Design ohne Titel_20251020_085346_0000

Di salvegera şeşan a dagirkirina herdu Bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî de, Berê Kurdistana Sûriyê bang li hikûmeta veguhêz a Sûriyê û Tirkiyê dike, rewşa niha ya heyî li wan herdu bajaran bi dawî bînin, tevahiya çekdaran jê derînin, dayîna sînorekî ji siyasetên erebkirin û guhertina demografî re û rêpêdana bi vegera tevahiya koçberan bê şert û merc.

Berê Kurdistana Sûriyê tekez dike, ku nayê qebûlkirin rewşa van herdu bajaran wisa bimîne, tevî ku bêtirî 10 mehan di ser ketina rejîma Sûriyê re derbas bûne, weke ku ew herdu bajar li derveyî nexşeya welêt in.

Hîn bi hezaran ji koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî li kampên di bin kontrola hêzên HSD de di konan de di rewşeke mirovî ya dilsoj de dijîn. Ne xizmetên tendirûstiyê lê hene û ne jî jiyan lê tê kirin, herwiha rê li ber vegera wan koçberan, hem ji aliyê HSD ve û hem jî ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve, tê girtin.

Berê Kurdistana Sûriyê tekez dike, vegera koçberan ji bo bajar û gundên wan mafekî mirovî ye û nabe bazar û danûstandin li ser bêne kirin û hikûmeta veguhêz a Sûriyê ji ber vê yekê berpirs e, ku hebûna çekdarên li Serê Kaniyê û Girê Spî nehêle, vegera ewle ya koçberan misoger bike, vegerandina mal û milkên xelkê û qerebûkirina zirarmendan.

Herwiha Berê Kurdistana Sûriyê daxwaza derketina artêşa Tirkiyê ji Serê Kaniyê, Girê Spî û tevahiya deverên lê hene li Kurdistana Sûriyê, dike. Ti bihaneya mayîna wan li Kurdistana Sûriyê nemaye, bi taybetî piştî lihevhatina dawî di navbera Tirkiyê û PKKê de derbarê çareseriya aştiyane.

Berê Kurdistana Sûriyê tekez dike, ew li ser danîna pêwendiyên dostane û cîrantiya baş rijd e, bi taybetî bi Tirkiyê re, ku li ser bingeha rêzgirtina serweriyê û mafên gelan û pêkanîna aştî û aramiyê li Kurdistana Sûriyê û Sûriyê bi giştî. Herwiha divê gotûbêj take rêya çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan be.

Berê Kurdistana Sûriyê
20.10.2025