Daxuyanî derbarê revandina du xwendekarên kurd
Şepêla Azadî ya Kurdistanî, bi tundî revandina herdu birayên xwendekar ên kurd Avan Mîro û Ebdilmutelêb Mîro şermezar dike, ku herdu dema bi rê de bûn bi otobusê diçûm Şamê, li ser xaleke kontrolê ya grûpa bi navê Emşata hatin girtin piştî ku di telefonên wan de wêneyên bi cilên kurdî û stranên kurdî hatibûn dîtin. Ev yek piştrast dike, ku sedemên revandinê li ser bingehên kurdbûnê bûn û ne li ser bingeheke yasayî bûn.
Çi bi serê wan herdu bira û xwendekaran were, Wezareta Berevaniyê berpirs dibînin, ji ber ew grûp di bin sîwana wê de ye. Berdewambûna binpêkirinên bi vî rengî, tekez dike, ku grûpên çekdar tenê bi nav bi ser Wezareta Berevaniyê ve ne û biryara wan ji derveyî dezgeha heyî tê standin.
Şepêla Azadî ya Kurdistanî dibîne, ku revandina welatiyan ji ber nasnameya netewî û naskirina wan weke tuhmetbar, vedigere berdewamiya mejiya nijadperest û şovînî ya li dijî kurdan û piştrast dike, ew mejî nehate guhertin bi ketina rejîma Sûriyê.
Şepêla Azadî ya Kurdistanî daxwaz ji aliyên ewlehiyê û berpirsên hikûmî di hikûmeta veguhêz de, di serî de serokê hikûmetê, dike demildest ji bo sekinandina van binpêkirinan bixebitin û herdu xwendekar demildest bêne azadkirin, herwiha kar bê kirin karên bi vî rengî dubare nebin.
Herwiha em bang li rêxistinên mafnas û navdewletî dikin, guvaşan bikin da ku çarenivîsa herdu xwendekaran bê diyarkirin û selamet bin.
Şepêla Azadî ya Kurdistanî
17.11..2025
