Daxuyanî derbarê Xwepêşandanên Desthilatdariya Veguhêz

f192ad4a-279e-4308-955e-daf5777acfc5

​Bereya Kurdistana Sûriyê bûyerên di xwepêşandanên Şamê de, yên ku ji aliyê Hikûmeta Veguhêz ve li ser derbasbûna salekê li ser şerê “Desteya Tehrîr El-Şam” HTS li dijî rejîma Sûriyê, hatin lidarxistin, şermezar dike, ku têde dirûşmên sivikatiyê li dijî Kurdan hatin bilindkirin û bûyer veguherî platformek ji bo gurkirina nijadperestiyê.

​Tiştê bûye eşkere dike, ku Desthilatdariya heyî hevkarekî ji xwe re di dewletê û standina biryarê de naxwaze, mîna ku Sûriye milkê wê yê taybet be. Ev yek piştrast dike ku hişmendiya zordar û nijadperest tevî hilweşandina rejîma Esed neguheriye, lê belê tenê şikl hatiye guhertin lê naverok maye.

​Ev kiryar piştrast dikin ku Desthilatdariya Veguhêz bi hişmendiya dûrxistinê tevdigere, ku jiyana hevbeş a di navbera Sûriyan de ne mumkin dibe, û rasterast aştiya civakî dixe xeterê, û welêt ber bi rûbirûbûnên navxweyî yên bêbingeh ve dibe.

​Bereya Kurdistana Sûriyê, Hikûmeta Veguhêz ji ber tiştên ku qewimîn û ji ber encamên wê yên ku dibe derkevin, bi temamî berpirsiyar dibîne, ku wê banga xwepêşandanê kiribû û gurrkirin ranewestand. Herwiha Bereya Kurdistana Sûriyê daxwaz ji Hikûmeta Veguhêz dike, daxwaza lêborîneke fermî ji gelê Kurd bike, û rêyên zelal ji bo sizakirina wan kesên ku gurrkirin dikirin, bê kirin û zimanê nijadperest bisekinîne.

​Berdewamiya vê riftarê li hember pêkhateyên Sûriyê, rê li ber avakirina Sûriyeke nû, seqamgîr û berpirsiyar venake. Pêwîst e hemû hêzên niştimanî li dijî vê rêbazê bisekinin û kar ji bo parastina tiştê mayî ji aştiya civakî bikin û rê li ber teqandina aloziyên navxweyî bigirin, ku sûda ti alî têde nîne.

​Bereya Kurdistana Sûriyê
29.11.2025